Prof. Dr. Kadri Yildirim di salvegera yekem ya wefata wî de hat bibîranîn
PeyamaKurd – Nivîskar û mamostê bi nav û deng Prof. Dr. Kadri Yıldırım di yekem salvegera wefata wî de li Îstenbolê li weşanxana Avestayê ji aliyê xwediyê wê Abdulah Keskin, Dr. İsmail Beşikçi, nivîskar Xalid Sadinî û hezkiroxên Kadri Yıldırım de hat bibîranîn. Di axaftinê de Abdullah Keskin got ku mamoste Kadri valahiyeka ku ciyê wî nayê tijekirin li pey xwe hişt.
Sosyolog İsmail Beşikçi jî di axaftina xwe de got ku divê Kurd qedrê mamoste Kadri jibîr nekin û maoste Kadri mohra xwe li xebata zimanê Kurdî xistiye.
Hevjîna mamoste Kadri Canan Yıldırım got ku nebûna mamoste Kadri di jiyana wan de valiyeka mezin hiştiye, di jiyana xwe de xebatên gelek baş kiriye lê hêj xebatên wî hebûn ku nîvco mane. Canan Yıldırım bîranînekî mamoste Kadri weha got:
“Di dema dawiyê de bi Kovid-19 ê ketibû. Zêde dewam kir. Min rojekî dît ku digrî. Ez şaş mam. Mirovekî hîssî bû. Min mijarê jê pirsî. Ji min re got ku pirtûkên nivîsandiye nayên bîra wî. Hun zanin Kovid-19 dibe sedema nemayîna hafıza mirovî ji bo demekî. Min jî bi henek jê re got başe belkî tu hinekî bêhna xwe bidî. Lê Kadri got ku ew nenivîsîne û nexwîne dilxweş nabe. Û got eger baş bibe û tişt neyên bîra wî, wê her tiştî ji nûh de binvîse.”
Keça mamoste Kadri Yıldırım Ayşe Yıldırım jî li ser bavê xwe weha got:
“365 roje yek sietekî me tine ku em li wî nefikirin. Behskirina ji wî û qenciyên wî deynên minin. Bû parlementer lê dîsa dev ji xebatên xwe berneda. Ew jiyana xwe ji bo xelkê xwe bexş kir. Ji bo mamoste zimanê Kurdî, dîroka Kurdî û wêjeya Kurd herî li pêş bûn. Hetta carna berya me dihatin. Dixwazim ji kerema xwe em vana zanibin û bi hevre wî bibîrbînin.”
Hevalê wî nivîskar Xalid Sadinî di axaftina xwe de got ku berya mamoste Kadri nasbike, berya sala 2007 an nivîsên mamoste Kadri xwendiye, mamoste ji Melayê Cizîrî, Mem û Zîn û Ahmedê Xanî baş fêm kiriye û mamoste Kadri ji bo wêjeya Kurdî, ziman û çanda Kurdî gencîneyekî ku qet venebûye bû.”
Mamoste Kadri Yıldırım di sala 1959 an de li Licê ya ser Amedê hatiye dinyayê, piştî xwendina xwe li gelek bajar û navçeyan mamostetî kiriye. Li Zankoya Harranê ya Rihayê di beşa ziman û wêjeya Erebî de lîsansa bilind kiriye. Di 1998 an de doktora xwe kiriye. Di sala 1999 an de li Zankoya Dicle li fakulteya îlahiyatê di beşa ziman û edebiyata Erebî de cîgirê doçent û di sala 2004 an de bûye doçent.
Di sala 2010 an de li zankoya Artuklu ya Mêrdînê bû cîgirê rektor û rêvebirê Enstîtuya zimanên zindî. Di sala 2015 an de bû parlementerê Sêrtê yê HDP ê. Di 26 ê 2021 ê de ji ber xwîn çû ser mêjiyê wî wefat kir.
Ji aliyê bi hezaran kesan ve li goristana Yenikoya Diyarbekirê hat definkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin