Elî Ewnî li Diyarbekirê peyama Serok Barzanî gihand malbata Prof. Dr. Kadrî Yildirim
PeyamaKurd - Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî li ser navê Serok Mesûd Barzanî li Diyarbekirê serdana malbata Prof.Dr. Kaedrî Yildirim kir û peyama taziyeyê ya Serok Barzanî gihand malbat.
Elî Ewnî ji malbatê re got; bila bê zanîn ku Serokê we hay ji we heye û qedir dide qelama we.
Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî, li Diyarbekirê serdana malbata Prof. Dr. Kadrî Yildirim kir û peyama hevxemiya Serok Barzanî gihand malbatê û got:
“Peyama Serok Barzanî ew e ku ne tenê bo Qedrî Yildirim belkû bo hemû wan kesên di tor û edeb û çanda kurdî de dixebitin, da bizanin Serok Barzanî hay ji we heye, hay ji westiyana we heye û qedrê dide qelema we û bizanibin miletê we û Serokê we qedrê qelema we dizane û hûn ezîzên gelê xwe ne û karê we û westiyana we bo we serbilindî ye û bo me jî man û jiyan e.”
Mamoste Prof. Dr. Kadrî Yildirim, piştî ku 23yê Adarê xwîn çûbû ser mêjiyê wî, 26ê Adarê li Diyarbekirê wefat kiribû û Serok Barzanî jî peyameke sersaxiyê bo malbatê belav kiribû.




Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin