Neçîrvan Barzanî bo Kadri Yildirim û Keremê Seyad peyama sersaxiyê belav kir

28 March 2021 02:27 0 dîtin
Neçîrvan Barzanî bo Kadri Yildirim û Keremê Seyad peyama sersaxiyê belav kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema koça dawî ya Prof. Dr. Kadri Yıldırım û pêşkêşvanê Kurd yê Radyoya Yerîvanê Kerêmê Seyad peyama sersaxiyê belav kir. Di peyama sersaxiyê de Nêçîrvan Barzanî weha got:

“Bi sedema wefata nivîsar û kademisyen Prof. Dr. Kadri Yıldırım û medyakarê bi nav û deng û nivîskar Keremê Seyad bo malbatên wan, dost û hevalên wan sersaxiyê dixwazim û hevparê xema wan im.”

Prof. Dr. Kadri Yıldırım, bi sedema xwîn çû bû ser mêjiyê wî li Diyarbekirê li nexweşxaneyeka taybet duhî koça dawî kiribû, îro cenazeyê wî bi qelebalixeka mezin li goristana Yenikoya Diyarbekirê sipartin axê.

Xeberbêjê Radyo ya Yerîvanê, medyakar û siyasetmedarê Kurd Keremê Seyad ku cara ewilî di sala 1958 an de li Ermenistanê li gundê Heko tevlî civata nemir Mele Mistefa Barzanî bûbû, ew demeke dirêje nexweş bû û îro koça dawiyê kir. Agahiyên cenazerakirina Keremê Seyda hêj belav nebûne û bi îhtîmaleka mezin wê bi temamî bikeve ser çapemeniyê.