Îro 69emîn salvegera xatirxwestina Mîr Celadet Alî Bedirxan e: Bi hurmet û hezkirin
PeyamaKurd - Ji ser koçkirina lehengê zimanê Kurdî, zimanzan, helbestvan, siyasetmedar, huqûqzan Mîr Celadet Bedirxan, 69 sal derbas bû. Lê bandora xebat û tekoşîna wî tu carî di nav Kurdan da wenda nebû, nabe. Ew ê her dem, bi lehengiya bo zimanê Kurdî û Kurdan kir, di hiş, mejî û dilê her Kurdekî da mayinde be.
Danerê alfabeya Kurdî, zimannas û siyasetmedarê kurd Mîr Celadet Alî Bedirxan di 26ê Nîsana 1893an da li Stenbolê ji dayik bûye. Ew nevîyê Mîr Bedirxan e. Navê bavê wî Emîn Alî Bedirxan, navê diya wî Senîha ye. Heta salên 1919an li gel birayê xwe Kamuran Alî Bedirxan û Sureyya Bedirxan li Stenbolê di gelek komele û rêxistinên Kurdan da cih girtîye. Herwiha ji bo bi rêkxistina Kurdan li gel Bînbaşî Noel û Kamûran Bedirxan û Ekrem Cemil Paşa û serokê eşîra reşîyan (rişwanî) Bediraxa (bapîrê Dengîr Mîr M. Firat) ra têkilî daniye û xwestine bavêjin ser Kongreya Mistefa Kemal û Herêma Kurdistanê ji bin destê Osmaniyan veqetînin.
Piştî ku Komara Tirkîyê tê ava kirin ew mecbûr dimîne dice Şamê bi cih dibe, li wir li gel gelek Kurdên navdar yên wek Memdûh Selîm, Dr. Nurî Dêrsimî, Ekrem û Qedrî Cemîl Paşa, Hemze Begê Muksî, Haco Axa, Mistefa Şahin, di 1927an da rêxistina Xoybûnê ava dikin. Piştî Serhildana Agrîyê bi ser nakeve, êdî xwe ji siyaseta aktîf dûr dixe û xwe dide ziman û kultura Kurdî. Di 15ê gulana 1932an da, bi kovara HAWARê ra alfabeya Kurdî ya latînî jî pêşkêşî gelê Kurd dike. Pişt ra kovara RONAHÎyê derdixe, di heman wextî da, birayê wî Kamûran Bedirxan jî kovarên Stêr, Roja Nû/Jour Nouveau derdixe.
Celadet Bedirxan bi derxistina kovara Hawarê ra her weha ekoleke ronakbîran jî gihand, wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Nûreddîn Zaza, Qedrî Can, Haco Axa û gelekên din.
Danerê alfabeya Kurdî Celadet Bedirxan herçendî huqûqzan bû lê ew şarezayê ziman bû, wî bi gelek zimanan dizanî: Kurdî, Erebî, Tirkî, Fransî, Farisî, Rûsî, Almanî, Yûnanî û Îngilîzî.
Celadet Bedirxan bi dotmama xwe, keça Salih Bedirxan, Rewşen xanimê ra zewicîbû û du zarokên wan hebû: Cemşîd û Sînemxan Bedirxan.
Mîr Celadet Bedirxan demên dawî ji ber pirsgirêka aborî ji xwe ra li gundê Hecanê (nêzîkî Şamê) zevîyeke pempûyan diajot, di wê zevîyê da ji bo avdanê bîrekê dikole û heta di nameyên xwe yên ji bo malbatê de nivîsîye ku navê wê jî danîye Bîra Qederê.
Mîr Celadet tam di dema xwe ya ku pêwîstîya Kurdan di warê ziman da bi wî hebû, di 15ê Tîrmeha 1951an da, bi qezayekê di wê bîrê werdibe û wefat dike. Wî li Şamê li goristana Mewlana Xalid li kêleka bapîrê wî Mîr Bedirxan vedişêrin.
Em di 69emîn salvegera xatirxwestina wî da, Mîr Celadet Bedirxan bi rêzdarî bibîr tînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin