DEM Partiyê ji bo Stenbolê soza Pirtûkxaneya Celadet Bedirxan û Parka Ehmedê Xanê da!

01 March 2024 18:23 0 dîtin
DEM Partiyê ji bo Stenbolê soza Pirtûkxaneya Celadet Bedirxan û Parka Ehmedê Xanê da!
PeyamaKurd – Namzedên Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî bi bernameyekê danezana xwe ya bo hilbijartinên Stenbolê eşkere kirin.

Rêya sêyemîn…

Di danezana hilbijartinên 31ê Adarê de, DEM Partiyê ji bo Stenbolê çêkirina kreşên (baxçeyên zarokan) ên Kurdî û herwiha soza çêkirina Pirtûkxaneya Celadet

Elî Bedirxan û avakirina parkekê bi navê Ehmedê Xanî da.

Di danezana Stenbolê ya DEM Partiyê de pêşniyara çareseriya pirsa Kurd bi rêbazên demokratîk hate kirin û hate gotin ku ew di xeta ‘rêya sêyemîn’ de têkoşîna xwe didin.

Parka Ehmedê Xanî û Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedirxan

Di nav sozên hilbijartinê yên danezana Stenbolê de, hat gotin ku heke ew şaredariya Stenbolê qezen bikin, ew dê li Kadikoyê Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedirxan û li navçeya Esenyurtê jî Parka Ehmedê Xanî vekin û li Stenbolê ji bo her kesê mafê xizmeta zimanê dayikê dabîn bikin.