Li Afyonê ji ber Kurdî û Kurdbûna xwe rastî êrîsa nijadperestî hatin

20 July 2021 15:04 0 dîtin
Li Afyonê ji ber Kurdî û Kurdbûna xwe rastî êrîsa nijadperestî hatin

PeyamaKurd - Li bajarên Tirkiyê êrîşên nijadperestî yên dijî Kurdan berdewam dikin. Herî dawî doh 19ê Tîrmehê karkerên demsalî yên kurd li bajarê Afyon ê Tirkiyê, rastî êrîşeke nijadperestî hatin û 7 ji wan birîndar bûn ku bêyî tedawiya wan bê kirin jî polîsan îfadeyên wan stand.  

Karkerên kurd ên demsalî doh li bajaroka Dereçîne ya navçeya Sultandagi ya Afyonê rastî êrîşa nijadperestan hatibûn 7 ji wan birîndar bûbûn û 5 karker jî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sultandagi hatin veguhestin.

Birîndarên bûyerê ragihandine ku ew bi qasî 20 roj in ji bo kar li Afyonê bûn û hinek ji xelkê wê derê ji ber bi kurdî diaxivîn û kurdbûna wan acizî ji wan dikirin û herî dawî jî dema çûbûn berber ketibûn dorê bi awayekî organîze êrîşî wan kirine.

Dayika yek ji birîndaran Îsmaîl Tan a bi navê Azîze Tan ji medyayê re gotiye: “Kurê min birin daristanê û gotin ‘Emê te bikujin. Ben bînin em wî darve bikin’ û gefa kuştinê lê xwarin. Xwestin kurê min bikujin.” 

Hat diyarkirin ku piştî zarokên wan ji nexweşxaneyê derkevin wê vegerin ji Afyonê derkevin û vegerin malên xwe yên li Mêrdîn û Amedê.