Rakirina tîpên Kurdî ji tabelayê rastî bertekan hat

03 January 2021 11:58 0 dîtin
Rakirina tîpên Kurdî ji tabelayê rastî bertekan hat

PeyamaKurd -  Şaredariya Navçêya Artukluyê ya bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê, di nivîsên kurdî yên navên gundan de, tîpên bi Kurdî ji ser tabeleyan rakirin ku ev jî rastî bertekan hat.

Hat zanîn ku Şaredariya Navçêya Artukluyê tabelayên navên gundan ên di 2014an de bi Kurdî - Tirkî hatibûn nivîsandin guhertine û di wan tabelayên ku nû danîne de jî tîpên Kurdî yên Q, W, X hatine derxistin û li cihê wan tîpan K, V, H hatine nivîsandin.

Komîsyona Mafên Ziman ya Komeleya Însiyatîfa Mafan bertek nîşan da û diyar kir, navên bi tîpên Kurdî yên li ser tabelayên berê hatibûn nivîsandin, di tabeleyên nû de bi tîpên xelet hatine nivîsandin û ev jî dibe sedema xerabkirina wateya wan navan.

Herwiha li ser medya civakî jî gelek kes li dijî wan tabeleyên xelet ku tîpên kurdî nehatine nivîsandin derketin û xwestin şaredarî ji wê helwesta xwe vegere û wan navên li ser tabeleyan sererast bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên bajarên Bakurê Kurdistanê, li gelek deveran guhertina tabelayên kurdî û derxistina kurdî ji nav wan pêk hatibû ku hinek şaredariyan ew tabela sererast kirin hinekan jî wekî xwe hiştin.