Qeyûmê Wanê tabelayên Kurdî yên navên gundan rakir û tirkî danî sûna wan
PeyamaKurd – Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li navçeya Ebexê (Çaldiran) lewheyên gelek gundan ên Kurdî-Tirkî yên duzimanî rakirin û li şûna wan tenê yên tirkî danîn.
Li gorî zanyariyan biryar ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye standin ku li şûna şaredarê HDPê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve qeyûm li ser hatibû danîn.
Beriya niha jî hin li bajarên Bakurê Kurdistanê, şaredariyên ku qeyûm li ser wan hatibûn danîn navên Kurdî yên li ser avahiyên xwe û hin deverên din rakiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin