Hewlêr | Cihên ku tabelayên Kurdî nebin wê bên cezakirin
PeyamaKurd - Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku ji sibe û pê de her cihekî ku li Hewlêrê, tabelaya kurdî li cihê xwe yê kar nedeyne û tabelaya xwe neguherîbe û nekiribe kurdî, wê bê cezakirin.
Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro 2yê Nîsanê roja Yekşemê ragihand; “Îro me civîna xwe pêk anî û ji sibe û pê de her cihekî kar ku biryara parêzgehê ya derbarê tabelayên Kurdî de bicih neyîne wê bê ceza kirin."
Umêd Xoşnaw beriya niha ragihandibû: “Dê cara yekê xwediyê cihê kar bê cezakirin, lê heke biryar dîsa jî nehat bicihkirin vê carê jî wê cihê kar bê girtin."
Li gorî biryara parêzgariya Hewlêr ku li ser daxwaza Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya xwedîderketin û bikaranîna zimanê Kurdî hatiye derxistin; pêwîste tabela û menuyên bi zimanê Kurdî li hemû cihên bazirganî, sektora taybet û şîrketan were bicihkanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin