Parêzgariya Hewlêrê ji bo Kurdîkirina tabelayan û menuyên xwarinan mehek mohlet da

26 February 2023 16:23 0 dîtin
Parêzgariya Hewlêrê ji bo Kurdîkirina tabelayan û menuyên xwarinan mehek mohlet da

PeyamaKurd – Parêzgariya Hewlêrê ragihand ku ji bo daleqandina tabelayên bi Kurdî li kargeh û dikanên Hewlêrê, wan mehek mohlet daye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, biryarên li kargeh, dam û dezgehên fermî û taybet bikaranîna Kurdî der kiribû û sazî û wezaretên pêwendîdar jî ji bo bicihanîna bernameya bikaranîna Kurdî peywirdar kiribû.

Li ser mijarê Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku wan kampanyayeke netewî ji bo bikaranîna Kurdî daye destpêkirin û di vê çarçoveyê de jî biryara kurdîkirina tabela û reklamên kargehan hatiye wergirtin.

Xoşnaw got, “Hemû kargeh neçarin ku heta 1ê Nîsana 2023yan tabelayên xwe bikin Kurdî. Yên li gorî vê biryarê tevnegerin, em ê karên yasayî ji bo wan bidin destpêkirin. Restoran û deverên xwarinê difiroşin divê teqez menuyên xwe wergerînin Kurdî. Yên li gorî vê tevnegerin wê rastî sizayan bên.”

Herwiha parêzgariya Hewlêrê bang li saziyên medyayî jî kir girîngiyê bidin zimanê Kurdî û bernameyan li ser zimanê Kurdî çêbikin.

Li aliyê din Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan Mihemed Seîd Elî jî ragihand ku yasaya zimanên fermî li Iraq û Herêma Kurdistanê nehatiye bicihkirin û got, Yasaya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ku ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatiye derxistin, erkê parastina zimanê Kurdî û zimanên din bi vê wezaretê spartiye.