Parêzgariya Hewlêrê: Projeya Bazara Spî dest pê dike

26 April 2022 13:35 0 dîtin
Parêzgariya Hewlêrê: Projeya Bazara Spî dest pê dike

PeyamaKurd-Parêzgariya Hewlêrê da zanîn ku Projeya Bazara Spî derbasî cîbicîkirinê bûye. Hat zanîn ku dê Bazara Spî li ser Kolana 120 metrî ya Hewlêrê were çêkirin. Li ser erkdarkirina Serokwezîr Mesrûr Barzanî, 14 milyar û 412 milyon dînar ji bo vê projeyê hatibû terxankirin.

Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê Mesûd Kareş, îro bi rêya civîneke çapemeniyê ragihand ku Projeya Bazara Spî ket qada cîbicîkirinê. Kareş da zanîn ku ji bo Bazara Spî, 60 hezar metre çargoşe ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye dabînkirin.

Bazara Spî dê di dewsa Bazara Sîm a li Taxa Kurdistanê ya ku di 24.07.2020an de ji ber agir şewitîbû, tê çêkirin. Mesûd Kareş bang li xwedî mulk an jî kirêdarên dukanên Bazara Spî kir ku serdana beşa jimêryariya Parêzgeha Hewlêrê bikin, ku sedî 40 mesrefa bazarê dikeve stûyê wan û divê bidin. Hat zanîn ku ji bo ku mutehîd qonaxa cîbicîkirina projeyê bi pêş ve bibin, ji bo wê rojê dema dawî 10.05.2022 ye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku proje nêzîkî 18 mehan dewam dike û biryar dane ku bi 3 qonaxan mesrefên dukanan wergirin. Qonaxa yekemîn ji % 40, qonaxa duyemîn ji % 40 e. Qonaxa sêyemîn jî ji % 20ê ku dimîne dê bê wergirtin û mutehîd jî li gorî pêşveçûna kar, dê qonax bi qonax pare wergirin û di dawiyê de jî dê xwedî mulk an jî kirêdar bi temamî bibin xwediyê wan dukanan. Mesûd Kareş got ku dê hemû mercên xizmetê yên av, elektrîk, agirkujî û hemû xizmet di bazarê de hebin û pirsgirêkên berê careke din çênabin.