Parêzgariya Hewlêrê li ser sewata Bazara Lenge daxuyaniyek belav kir
PeyamaKurd – Parêzgariya Hewlêrê ragihand, li ser talîmata Serokwezîr Mesrûr Barzanî, komîteyek ji bo lêkolînkirina sedema şewatê hatiye avakirin.
Parêzgariya Hewlêrê do (28.02.2024) derbarê şewata şeva borî li Bazara Lenge de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku piştî şewata mezin a duh bi şev(27ê Sibatê) li Bazara Lenge ya Hewlêrê derket, bi mudaxeleya tîmên agirkuj ên ku sewqî cihê bûyerê hatin kirin, di demeke kurt de şewat hat kontrolkirin. “Ji 2400 dikanên bazarê tenê 166 şewitîn. 90 personelên parastina sivîl, esnaf û welatî ji dûmana agir bi bandor bûn. Di dema ku ekîbên tenduristiyê yên li cihê bûyerê alîkariya ewil kirin hin ji wan, 24 kes jî piştî dermankirinê rakirin nexweşxaneyê."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku kontrolkirina agirê ku çirûskên wê heta 3 metreyan bilind bûye ne hêsan e û wiha hat gotin: "Tîmên parastina sivîl û ekîbên din bi hemû hêza xwe hewl dan ku zirarê kêm bikin û eşyayên dikandaran ji şewatê rizgar bikin. Di bûyerê de ji bilî ziyanên madî ti ziyanên canî çênebûn."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li ser talîmata Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo lêkolînkirina sedema şewatê komîteyeke taybet hatiye avakirin û wiha hat gotin: "Piştî ku ziyanên madî yên di şewatê de hatin tespîtkirin, tevahiya bazarê ji aliyê hêzên ewlehiyê û ekîbên şaredariyê ve hat paqijkirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin