Çîn sala bê li Hewlêrê projeya bajarê gestiyarî ya bi 5 milyar dolaran dide destpêkirin
PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê ragihand ku ew ê mezintirîn projeya xwe ya geştiyarî û çandî li Hewlêrê bidin destpêkirin.
Konsulê Giştî yê Çînê li Hewlêrê Ni Rujî ji K24ê re daye xuyakirin, ew gelekî kêfxweş in ku girîngî bi pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Çînê heye û got, di rûbirûbûna vîrûsa Koronayê de hikûmeta Çînê nêzîkî 350 hezar derzî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kir.
Konsulê Çînê da zanîn ku wan kariye hevahengiyê di navbera zanîngehên Herêma Kurdistanê û Çînê firehtir bikin.
Konsulê Çînê daz anîn, îsal hejmarek ji kompanyayên Çînê hetin Herêma Kurdistanê, hêvîdar in sala bê kompanyayên Çînî dê zêdetir li Herêma Kurdistanê kar û werberhênanê bikin.
Konsulê Çînê diyar kir: “Di sala bê de dê hevkariyên Çînê li gel Herêma Kurdistanê têne zêdekirin û mezintirîn projeya geştyarî û çandî li Hewlêrê dê bê avakirin.”
Hat zanîn ku Kompanyayeke Çînê wê bi budceya 5 milyar Dolar û li ser rûbera pênc milyon metre çargoşe, projeya geştiyarî û çandî ya “Happy City” li Hewlêrê ava bike. Ev proje dikare salane pêşwazî li 15 milyon geştiyaran bike û cihê mana 80 hezar kes tê dabînkirin û her wiha 8 hezar derfetên kar peyda bike.
Li Happy City dê bajarê yariyan, Aqua Park, hotel, riya bazirganî, villa û xanî, navendên werzîşê, navendên xizmetguzarîyê yên wekî supermarket, dibistan, nexweşxane û gelek tiştên din werin avakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin