Parêzgariya Hewlêrê: Em amade ne hêsankariyan ji bo bazirganên Amerîkî bikin

01 June 2022 20:18 0 dîtin
Parêzgariya Hewlêrê: Em amade ne hêsankariyan ji bo bazirganên Amerîkî bikin

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro li Hewlêrê serdana Konsulê Giştî yê Amerîkayê kir û herdu aliyan, tekezî li ser hevkarî û hevahengiya navbera Hewlêr û Washingtonê kirin.

Parêzgariya Hewlêrê bi daxuyaniyekê eşkere kir, îro 1ê Hezîrana 2022yan, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw serdana Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê kiriye û ligel Konsulê Giştî civiya ye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, herdu aliyan li ser danûstandinên bazirganî, dîtina derfetên kar ji bo kompaniyên Amerîkayê û sûdwergirtina ji ezmûna wî welatî, ji bo zêdetir pêşketina Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Hat diyarkirin ku ji bo geşepêdan û pêşvebirina aborî, bazirganî û pîşesaziya li Hewlêra paytext, Parêzgariya Hewlêrê amade ye, hemû hêsankariyên yasayî û îdarî pêşkêşî kompaniyan û bazirganên Amerîkayê bike, da ku rol û bandora wan li pêşvebirina bazirganî, pîşesazî û veberhênana li Hewlêra paytext hebe.

Hêjayî bibîrxistinê ye, meha borî jî Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw serdana Amerîkayê kiribû û gelek hevdîtin û civîn ligel bazirgan û kompaniyên Amerîkayê pêk anîbûn. Herwiha di wan civînan de, bazirganên Amerîkî diyar kiribûn ku ew dixwazin di rojên pêş de, ligel Herêma Kurdistanê û Hewlêrê kar bikin.