Bersiva Hewlêrê ji bo Bexdayê: 'Em amade ne'!
PeyamaKurd – Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand, ji bo çareserkirina pirsgirêka hinartina petrolê, ew amadene hefteya bê serdana Bexdayê bikin.
Di daxuyaniya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Kurdistanê de wiha hat gotin: "Derbarê nameya Wezareta Petrolê ya Iraqê de ku daxwaza civîneke lezgîn ji bo çareserkirina pirsgirêka hinartina petrolê dike, em weke Wezareta Çavkaniyên Xwezayî li gel wê yekê ne ku di zûtirîn dem de pirsgirêk bên çareserkirin û petrola cîhanê were hinardekirin." benderan."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi vê armancê me gelek caran serdana Bexdayê kir, li gel serokê komîsyona darayî û komîsyona hikûmeta federal a ser bi hersê wezaretên petrolê, plansazî û darayî re hevdîtin pêk anîn û protokol hatin îmzekirin."
Di daxuyaniya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Kurdistanê de herwiha hat eşkerekirin, “Herî dawî komîsyon di rojên 19 û 20ê Gulanê de bi beşdariya nûnerên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî civiya, niha jî em li benda encamên civîna komîsyonê ne û ji bo çareserkirina vê pirsê em amadene hefteya bê serdana Bexdayê bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin