Saredariya Hewlêrê ragihand: 1187 tabela bi Kurdî hatine guhertin
PeyamaKurd – Şaredariya Hewlêrê ragihand ku li ser sînorê şaredariyê 1187 tabelayên ku bi zimanê biyanî hatibûn nivîsandin bi Kurdî hatine guhertin.
Şaredariya Hewlêrê ji bo guhertina zimanê hinek tabeleyan daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, li ser sînorê şaredariyê 1187 tabelayên ku bi zimanê biyanî hatibûn nivîsandin bi Kurdî hatine guhertin.
Herwiha hat diyarkirin ku derbarê wergerandina tabelayan a bi Kurdî de cihên kar hatine agahdarkirin û wê verastkirin bidome.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê de ferman dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin