Ji Baregeha Barzanî peyama serxwesiyê bo wefata Pêsmergeyê Soresa Îlonê
PeyamaKurd - Baregeha Barzanî bi sedema koça dawî ya Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Seyid Ehmed Cebarî peyameke serxweşiyê belav kir.
Peyama Baregeha Barzanî:
Birêz, Aram Cebarî
Bi dilgiraniyeke zêde me xebera koça dawî ya Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Seyid Ehmed Cebarî bavê we yê birêz û bavê herdû şehîdên Kurdistanê (Kerîm Mame û Letîf Mame) gihîşt me.
Serxweşiya xwe em bo malbata we ya têkoşer û kurdperwer dikin û xwe bi hevxemê we û xizim û dost û naskiriyên we dizanin.
Ji Xwedayê gewre dixwazin aramiyê bi ruhê merhûm bibexşîne û bi behişta xwe nazil bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin