Baregeha Barzanî li ser wefata rewsenbîrê Kurd peyameke serxwesiyê belav kir

07 January 2021 15:49 0 dîtin
Baregeha Barzanî li ser wefata rewsenbîrê Kurd peyameke serxwesiyê belav kir

PeyamaKurd -  Baregeha Serok Barzanî ji bo malbata rewşenbîrê Kurd Şukrî Heme Heyer ku koça dawî kir, peyameke serxweşiyê belav kir.

Di peyama Baregeha Barzanî de wiha hat gotin:

“Birêz malbata Şukrî Heme Heyer, mixabin nûçeya koça dawî ya kesayeta diyar a civakî, rewşenbîrî û kurdperwer a bajarê Kifriyê Şukrî Heme Heyer me bîhîst. Em serxweşiyê li we malbat, kesûkar û hemû dostên xwedê jê razî yên birêz dikin û em xwe wek hevbeşê xema we dibînin.

Ji xwedayê mezin daxwaz dikin ruhê xwedê jê razî Kake Şukrî Heme Heyer bide ber dilovaniya xwe û bi beheştê şad bike. Herwiha sebr û aramiyê bide malbat, kesûkar û nasyarên xwedê jê razî.”