Ji Baregeha Barzanî ji bo wefata Seyah Ebdulla Kureçî peyama serxwesiyê

03 November 2020 20:26 0 dîtin
Ji Baregeha Barzanî ji bo wefata Seyah Ebdulla Kureçî peyama serxwesiyê

PeyamaKurd - Baregeha Barzanî li ser wefata kesayetiyê diyar ê Hewlêrê û Endamê Encûmena Komîsyaran li Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan û Rarpirsiyê ya Kurdistanê Seyah Ebdulla Kureçî, peyamek belav kir.

 Peyama serxweşiya Baregeha Barzanî wiha ye:

“Mixabin bi xemgînî me xebera koça dawî ya Kak Seyah Ebdulla Kureçî, kesayetiyê diyar ê Hewlêrê û Endamê Encûmena Komîsyaran li Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan û Rarpirsiyê ya Kurdistanê gihîşt me.

Serxweşiya xwe arasteyî malbat û naskiriyên û dostên we û endamên Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Kurdistanê dikin û xwe hevbeşê xema we dizanin.

Ji Xwedayê mezin dixwazin rehmetî Kak Seyah Kureçî bi rehma xwe şad bike û bi behişta xwe ya berin nazil bike û sebirê bide xizm û malbat û naskiriyên we.”