Baregeha Barzanî li ser wefata Sêrzadxan Sêrzadî peyamek wesand

04 December 2019 17:07 0 dîtin
Baregeha Barzanî li ser wefata Sêrzadxan Sêrzadî peyamek wesand

PeyamaKurd - Baregeha Barzanî bi sedema wefata serokê eşîre Kelhor û kesayetê navdar ê Kirmanşanê Şêrzadxan Şêrzadî peyamak belav kir.

Di peyamê de, ji ber koça dawî ya Şêrzadxan Şêrzadî sersaxî ji gelê Gîlan a Rojava û Kirmaşanê re hat xwestin. 

Peyama serxweşiyê wiha ye:

Bi navê xwedayê bexşînde û mîhreban

Bo malbata xwedê jê razî Şêrzadxan Şêrzadî

Mixabin û bi xemgînî me nûçeya koça dawî ya kesayeta navdar a devera Kirmaşanê Şêrzadxan Şêrzadî ku serokê eşîreta Kelhore bihîst.

Ji ber koça dawî ya xwedê jê razî û vê nûçeya bi xemgîn em serxweşiyê li we birêz û gelê Gîlan a Rojava û Kirmaşanê dikin. Sebr û aramiyê bo hemû aliyan dixwazin û cîhê xwedê jê razî beheşta berîn be.

Ana lle û Ana aliye raciun

Baregayê Barzanî

04.12.2019