Baregeha Barzanî li ser wefata Selam Koyî peyameke sersaxiyê belav kir
PeyamaKurd - Baregeha Barzanî li ser koça dawî ya hunermendê naskirî yê Kurd Selam Koyî ku îro 17ê Tebaxê ji celta dil koça dawî kiribû, peyameke sersaxiyê belav kir.
Di peyama sersaxiyê Baregeha Barzanî de wiha hat gotin:
"Malbata û hevpîşeyên birêz yên hunermend Selam Koyî, bi xemgîniyek mezin me nûçeya koça dawî ya hunermendê navdar yê Kurdistanê Selam Koyî bihîst. Kak Selam Koyî hunermendekî hêja û dilsoz û xemxor bû bo karên hunerî û xizmetkirina resentiya miletê xwe. Ji dest dana wî hunermendê mezin xisarek mezin e li nav hunera dirama û şanoyê de. Em bi vê helkefta xemnak, sersaxiyê arasteyî malbata wî ya birêz û xizm û hunermendên Kurdistanê dikin û em xwe şirîkê xema wan dizanin. Em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ruhê rehmetî hunermend Kak Selam Koyî ber dilovaniya xwe bixe û wî bi behişta berîn şa bike, aramî û hedarê jî bide malbat, xizm û hunermendên Kurdistanê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin