Di derbarê 59emîn salvegera Soresa Îlonê de PDKê daxuyeniyek belav kir

11 September 2020 10:04 0 dîtin
Di derbarê 59emîn salvegera Soresa Îlonê de PDKê daxuyeniyek belav kir

PeyamaKurd – Di derbarê 59emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê ya bi serpereştiya Mistefa Barzanî ve destpê kiribû, PDKê daxuyeniyek belav kir.

Di daxuyaniya Polîtburoya PDKê de hat diyarkirin, berî 59 salan, wek bergirtina li hember dîktatoriyetê û binpêkirina mafên gelê Kurdistanê ji aliyê rêjîma Iraqê ve, gelê Kurdistanê û partiyên têkoşer (Partiya Demokrata Kurdistanê) bi rêbertiya Mistefa Barzanî meşxela şoreşa mezin a Îlonê vêket û karîzma û xweşewîstiya Mistefa Barzanî û bernameya dirust û ferehend a Partiya Demokrat a Kurdistanê bûne hêvana şoreşeke netewî û niştimanî ya seranserî ku ciyografiya Kurdistanê ji Zaxo û ta Xaneqînê bi hev re girêda. Di nava vê ciyografiya jî hemû netewe, ol û ayînên cuda di yek sengerê de kom kirin û îdareya ewqas canfîdayî û qurbanî ji bo redkirina zulm û zordariyê çêkir ku çendîn caran dîktator çogdan kirin û di encamê de di Adara sala 1970î de, Hikûmeta Iraqê neçar kir bê ser maseya danûstandinan û derencam rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê bû.

Polîtburoya PDKê da zanîn, şoreşa mezin a Îlonê xaleke werçerxanê ya nû di dîroka tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de dirust kir û doza rewa ya gelê me ji asta xwecihî bo asta navdewletî veguhast. Di heyameke gelekî Kurd de qehremaniya Pêşmerge bala medyaya cîhanê li ser xwe kişan û bi dehan rojnamevanên navdar ên cîhanê anîn Kurdistanê û li sengerên Pêşmerge raportên xwe amade kirin û rewabûna siyasî ya doza gelê Kurd gihandin raya giştî ya cîhanê.

Di beşeke din daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Îlon ne tenê şoreşeke çekdarî bû, belkû şoreşeke siyasî, kulturî û civakî ya berfireh bû ku bawerî û baweriya bi xwe ji hevniştimanên Kurdistanê re dirust kir û ew rastî çespand ku gelê Kurdistanê li pêş ti dîktator û zordarekî xwe natewîne û ev peyama şoreşgerî jî (Kurdistan ya neman) wê demê, niha û pêşerojê jî wateyeke kûr û perwerdeya niştimanî daye û dibe ku nifş li dû nifş jê fêr bibin ku Kurdistan girîngtirîn e.

PDK di daxuyaniya xwe de dide zanîn, pend û waneyên şoreşa mezin a Îlonê gelek in, ji yên girîngitirîn: Rijdabûna li ser mafan, baweriya bi xwe, demokrasî, pêkvejiyan, komkirina cudahiyan, rewşenbîrî, medeniyet û rêzgirtin li yasa. Ji vir ve û di vê boneya pir bi wate de, cihê wê ye amaje bi wê rastiya dîrokî bikin, Serok Mesûd Barzanî piştî raperîna Buhara 1991an û di dema vekişandina damûdezgehên ji aliyê rêjîma Iraqê ve, li bajarê Koyê daxwaza ji bereya Kurdistanî kir, zemînê ji bo hilbijartinê amade bikin û kar bikin ji bo damezirandina dewleta yasa. Bêgûman ev beşek ji berhemdariya waneyên bilind ên şoreşa Îlonê ne, ku Serok Mesûd Barzanî bi zelalî bi hemû cîhanê ragihand û encama bû bingeheke bihêz a jiyana demokrasî di Kurdistanê de.

Polîtburoya PDKê destnîşan kir, îro di demekê de ku salvegera şoreşa mezin a Îlonê bi bîr tînin, careke din tekez li ser wê rastiyê dikin ku ew armancên şoreşa Îlonê destpê kiriye, heta niha beşek ji wan armancan bi cih nehatine, ji ber wê gelê Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê miqate ye bi heman vîna şoreşa Îlonê, lê bi têgihîştineke serdemî girîngiyê dide xebata siyasî, hikûmranî, dîplomasî û medenî û ji bo wê jî piştevaniya cemawer û yekrêz û yekhelwestiya hêzên siyasî yên Kurdistanê, bi kilîta serkeftinê dizane.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin, di 59emîn salvegera şoreşa mezin a Îlonê de û ji bo Kurdistaneke bihêz, aram û avedankirî, girîng e em hemû: Gel, Parleman, Hikûmeta, aliyên siyasî, medya û rêxistinên civaka sivîl tekeziyê li ser tebaya siyasî, yekrêziya niştimanî û serweriya yasayê bikin û rola çareseriyê bigirin, taybet çareseriya wan girftên ku girêdayî jiyan û xizmetkariya welatiyan in, dîsa bi çaksaziyê û bicihkirina jiyaneke xweşguzar, ji bo tevahiya gelê Kurdistanê yekdest bin û piştevaniyê li pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.