Ji Çavusoglu sînyala êrîsa ser Rojava: Amerîka û Rûsyayê sozên xwe bicih neanîn…

28 October 2021 17:02 0 dîtin
Ji Çavusoglu sînyala êrîsa ser Rojava: Amerîka û Rûsyayê sozên xwe bicih neanîn…

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îdia kir ku Amerîka û Rûsyayê sozên vekişandina hêzên Kurd ango YPG/HSDê bicin neanîne û loma jî ew dê çi pêwîst be bikin.

Çavuşoglu di bernameyeke televizyoneke Tirk de li ser operasyon û êrîşa muhtemel a ser Rojavayê Kurdistanê wiha got: “Di demên dawî de êrîşên PKK/YPGê zêde bûne. Mixabin ne Rûsya ne jî Amerîkayê li ser sozên xwe yên vekişandina wan hêzan bicih neanîn. Herwiha Amerîkayê jî piştgiriya xwe berdewam kir. Di vê rewşê de divê çi pêwîst be em bi xwe pêk bînin. Serokomarê me yê birêz jî vê dibêje.”

Çavuşoglu gotina Erdogan ya ‘şevekê ji nişka ve’ ya derbarê êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê de bi bîr xist û diyar kir ku Erdogan di hevdîtina ligel Pûtîn de jî ev mijar aniye ziman û wê di hevdîtina ligel Joe Biden de jî vê mijarê bigire dest.