Rûsyayê daxuyaniyên Erdogan red kir û got: Em hemû sozên xwe bicih tînin
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dimtriy Peskov bersiv da daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku li ser êrîşên berdewam ên ser Idlibê gotibû, ‘Rûsya ne pabendî sozên xwe yên rêkeftinên Soçî û hevdîtinên Astanayê’ ye.
Peskov got, Rûsya hemû soz û berpirsiyariyên xwe yên li Idlibê bicih tîne li ser daxuyaniyên Erdogan diyar kir, "Em vê qebûl nakin. Rûsya hemû berpirsiyariyên xwe yên Idlibê yên herêma kêmkirina rageşiyê û rêkeftina Soçiyê bicih tîne.”
Berdevkê Kremlînê herwiha da xuyakirin, "Mixabin terorîst li herêmê hebûna xwe dewam dikin û bi rêkûpêkî êrîşan tînin ser baregeha Hmeymim a Rûsyayê. Em ji vê rewşê gelekî nîgeran in.”
Serokomarê Tirkiyê Erdogan îro jî di gotareke xwe de li ser dorpêçandina xalên artêşa Tirkiyê gefa êrîşê li rejîma Sûriyê xwar û got, ew ê bê bersiv nemînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin