Ji Ukrayna û Rûsyayê daxuyaniyên dawî yên bîlançoyên ser

19 August 2024 18:30 0 dîtin
Ji Ukrayna û Rûsyayê daxuyaniyên dawî yên bîlançoyên ser

PeyamaKurd - Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku artêşa Rûsyayê herêma Sviridonovka ya li herêma Donetsk xistiye bin kontrola xwe.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Di encama êrîşên çalak ên yekîneyên leşkerî yên Navendî de, herêma Svîrîdonovka ya Komara Gel a Donetskê hate rizgar kirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di rojekê de 163 qadên ku depoyên cebilxane, embar, alavên leşkerî û yekîneyên leşkerî yên Ukraynayê lê hebûn, bi balafirên bêmirov, top û roketan hatin bombebarankirin.

 Artêşa Ukraynayê jî ragihand ku li herêma Kurskê ya Rûsyayê operasyonên wan didomin û pireke din a girîng a stratejîk hatiye hilweşandin.

Hate diyarkirin ku wan ji destpêka vê hefteyê ve pireke din li nêzîkî bajarokê Giluşkovo li ser çemê Seym hilweşand ku Ukrayna du hefte ye li ser axa Rûsyayê pêş ve diçe.