Ukrayna: Heta serê bi Rûsyayê re dawî nebe, em nikarin bibin endamê NATOyê

25 December 2023 21:03 0 dîtin
Ukrayna: Heta serê bi Rûsyayê re dawî nebe, em nikarin bibin endamê NATOyê

PeyamaKurd – Şêwirmendê Ofîsa Serokatiya Ukraynayê Mihaîl Podolyak, ji televizyoneke welatê xwe re derbarê endamtiya NATO ya Ukraynayê de daxuyanî da.

Mihaîl Podolyak ragihand ku heta ew şerê bi Rûsyayê re dawî nekin nikarin bibin endamê NATOyê.

Podolyak herwiha got: "Heta şerê Rûsyayê dewam bike em nikarin bibin endamê NATOyê lê me niha hin peyman girê dane. Helwesta zelal a Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî eşkere ye. Hevkariya me dewam dike. Emê bibin endam jî lê divê em pêşî şer bi awayekî dadwerane bigihînin encamê.”

Podolyak li ser pirsa ‘Gelo Rûsya beşek biçûk ji Ukraynayê dagir bike, wê destûra endamtiya NATOyê bide?’ jî got: “Helbet na. Ev tê wateya ku wê şer bidome. Hemû teorîyên din derveyî rastiyê ne. Niha ti kes soza vekirina deriyên NATO bo piştî du salan nake. Ji xwe heta şer dewam bike ne mimkun e.”