Danûstandinên bo bidawîkirina ser ên sandên Ukrayna-Rûsyayê rawestiyan
PeyamaKurd - Şêwirmendê Ofîsa Serokatiya Ukraynayê Mîhaîl Podolyak, ragihand ku danûstandinên şandên Ukrayna û Rûsyayê hatine rawestandin.
Podolyak wekî sedema rawestandina danûstandinan da xuyakirin ku rêveberiya Rûsyayê hîn jî guhertinan naxwaze bibîne û ji ber wê jî danûstandinên bo bidawîkirina şer ên navbera şandên Ukrayna-Rûsyayê hatine rawestandin.
Herwiha Podolyak daye zanîn ku pêvajoya muzakereyan girêdayî bûyerên Ukraynayê ye ku ji ber piştî danezana Stenbolê ti pêşveçûnek çênebûye, danûstandin hatine hilawistin.
Podolyak diyar kiriye ku di roja 82yemîn a şer de hîn jî Rûsya li gorî nêrîna xwe ya destpêkê tevdigere, lê rewşa Ukraynayê ne wekî ya destpêka şer e û Rûsya naxwaze vê fêm bike.
Piştî êrîşên Rûsyayê şandên herdu aliyan 3 caran li sînorê Belarûsê, carekê li Stenbolê rûbirû civiyabûn. Di hevdîtina 29ê Adarê ya Stenbolê de herdu aliyan ji bo ragihandina agirbestê nêzîkî hev bûbûn, lê belê piştî zêdebûna êrîşên Rûsyayê hewldan bi ser neketibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin