Ji civîna Stenbolê ya sandên Ukrayna-Rûsyayê ti lihevkirinek derneket...

29 March 2022 17:14 0 dîtin
Ji civîna Stenbolê ya sandên Ukrayna-Rûsyayê ti lihevkirinek derneket...

PeyamaKurd – Civîna şandên danûstankar ên Ukrayna û Rûsyayê ku îro 29ê Adarê li ofîsa serokomariya Tirkiyê ya Qesra Dolmabahçe ya Stenbolê hat lidarxistin, bidawî bû.

Hat ragihandin ku civîna mizakereyan 4 saetan dom kiri û şanda Ukraynayê piştî civînê ragihand ku wan li ser garantiyên ewlehiyê bi şanda Rûsyayê re li hev nekiriye.

Herwiha şanda Ukraynayê ragihand: "Em dixwazin Tirkiye û gelek welatên din bibin garantor. Lihevkirina li ser garantiyên ewlekariyên ewlekariyê pêk nehat.”

Şandê diyar kir ku garantiya ewlehiyê ji bo bidawîkirina şer û dahatuya Ukraynayê û yekbûna xaka wê girîng e û ew dixwazin ew jî wekî madeya 5. a NATOyê garantiya ewlekariyê pêk were.

Herwiha şanda Ukraynayê diyar kir ku ji bo lihevkirineke giştî ya bi aliyê Rûsyayê re pêwîstî bi referandûmê heye û divê xalên lihevkirinê û garantiyên ewlekariya Ukraynayê ji aliyê parlamentoyê ve werin pesendkirin.