Sandên Ukrayna û Rûsya hefteya bê careke din li Stenbolê dicivin
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar li ser civîna çarqolî ya ji bo çareserkirina qeyrana hinardekirina zadê Ukrayna da xuyakirin ku wê hefteya bê careke din li Stenbolê bicivin.
Doh 13ê Tîrmehê yekem civîna şandên Ukrayna û Rûsya, bi beşdariya berpirsên Netewên Yekbûyî û Tirkiyeyê, li Stenbolê birêve çû û li ser dîtina rêyekê bo hinardekirina zad bi rêya Derya Reş lihevkirin çêbû.
Akar gotiye, wan biryar daye careke din ew şand li Tirkiyeyê bicivin û hêvî dikin rêkftin were îmzekirin û wiha pê de çû: “Di civînê de, sazkirina navenda hemahengiyê, danîna çavdêriyên hevbeş li benderan û parastina ewlekariya arasteya keştiyên dexlûdanê hatin gotûbêjkirin. Şandên Ukrayna û Rûsya rêkeftin ku heftiya bê careke din li Tirkiyeyê bicivin. Di wê civînê de em ê li ser hemû hûrgiliyan rawestin û karên hatine kirin, dê werin îmzekirin.”
Li aliyê din Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres jî pêşwaziyeke germ li encamên civînê kir û got, ew bi hêvî ye ku danûstandin bigihin encamê û zadê Ukrayna bigihin bazarên cîhanê.
Guterres herwiha gotiye, ev diyalog her çend ji bo çareseriya krîza hûbûbatê dest pê kiriye jî, ew hêvî dike danûstandin zedetir bi pêş ve biçin û bibin bingeha dawîkirina şer û aloziyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin