Sandên Ukrayna û Rûsya bi çavdêriya NY li Stenbolê dicivin

12 July 2022 19:49 0 dîtin
Sandên Ukrayna û Rûsya bi çavdêriya NY li Stenbolê dicivin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê şandên herdu welatên di şer de, yên Rûsya û Ukraynayê ji bo çareserkirina krîza zad bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê bicivin.

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihandiye ku wê şandên Rûsya, Ukrayna û rayedarên Neteweyên Yekbûyî bi beşdariya hin rayedarên Tirk li Stenbolê bicivin.

Hatiye ragihandin ku wê krîza hinardekirina zad û vekirina korîdora veguhestinê danûstandin bêne kirin daku çareseriyek bo krîza xurekê ya li cîhanê bê dîtin.

Beriya biryara civînê jî Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan bi Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn û Serokê Ukrayna Volodimir Zelensky re li ser mijara vekirina korîdora hinardekirina zad bi ser Deryaya Reş de, pêwendî kiribû.