Sandên danûstandinan yên Rûsya û Ukraynayê gihîstin Stenbolê

29 March 2022 09:59 0 dîtin
Sandên danûstandinan yên Rûsya û Ukraynayê gihîstin Stenbolê

PeyamaKurd Şandên danûstandinan yên Rûsya û Ukraynayê di çarçoveya gotûbêjan de, îro gihîştin bajarê Stenbolê yê Tirkiyê.

Her du şand, biryar e rojên Sêşem û Çerşemê li koşka Dolmabahçe ya Serokkomariya Tirkiye ya li Stenbolê, li ser rawestandina şer gotubêjan bikin.

Li gor zanyariyan, biryar e rojên Sêşem û Çerşemê dîplomatên Rûsya û Ukraynayê li Stenbolê rû bi rû bicivin. Herwiha sibê Sêşemê di saet 10:30an de, civîna şanda Rûs û Ukraynî destpê dike.

Hêjayî gotinê ye, Tirkiye endamê NATOyê ye û pêwendiyên wê bi Rûsya û Ukrayna re hene. Di despêka vê mehê de, wezîrên Rûs û Ukraynî, di Forma Dîplomasiyê ya Antalya de bi civînekê hatibûn cem hev.