Ukraynayê bîlançoya dawî ya windahiyên artêsa Rûsyayê eskere kir

27 March 2022 23:18 0 dîtin
Ukraynayê bîlançoya dawî ya windahiyên artêsa Rûsyayê eskere kir

PeyamaKurd - Sererkaniya Giştî ya Ûkraynayê wendahiyên Artêşa Rûsya yên di navbera rojên 24ê Sibatê û 27ê Adarê de ragihand.

Li gorî amarên Sererkaniya Ukraynayê ji destpêka êrîşa Rûsyayê ve 16 hezar û 600 leşkerên artêşa Rûsya hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin; 121 balafir, 127 helîkopter û 582 tankên Rûsî hatine rûxandin, 1664 maşîneyên zirxpoşî, 294 top, 93 alavên pergalên roketavêj û 52 alavên pergalên parastina hewayî hatine îmhakirin. 

Herwiha li gorî heman daxuyaniyê hêzên rûsî 1144 maşîne, 7 keştî û maşîneyên ser avê, 73 tankerên sotemeniyê û 56 balafirên bê mirov ji dest dane.