Ûkraynayê bîlançoya dawî ya ziyanên artêsa Rûsyayê eskere kir

09 March 2022 17:56 0 dîtin
Ûkraynayê bîlançoya dawî ya ziyanên artêsa Rûsyayê eskere kir

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Ûkraynayê di roja 14emîn a şerê ligel artêşa Rûsyayê de, bîlançoya ziyanên canî û leşkerî yên artêşa Rûsî eşkere kir.

Li gorî tabloya aliyê Ûkraynayê eşkere kiriye, hejmara leşkerên artêşa Rûsî ji destpêka êrîşê ve gihîştiye zêdetirî 12 hezar kesan.

Herwiha hatiye diyarkirin; 49 balafirên şer, 81 helikopter, 317 tank, 1070 wesayîtên zirxî, 120 sîstemên topavêj, 482 otomobîlên leşkerî, 60 tankên sotemeniyê û 7 balafirên bêmirov ên artêşa Rûsyayê hatine bêbandor kirin.

Hêjayî gotinê ye, aliyê Rûsyayê tenê hejmara binesaziyên Ûkraynayê yên bi bombardimanan hatine ruxandin dide, lê derbarê windahiyên canî yên aliyê xwe de  zanyariyên dawî belav nake.