Ukraynayê bîlançoya dawî ya ser eskere kir...
PeyamaKurd – Wezareta Bervaniya Ukrayna bîlançoya windahiyên artêşa Rûsyayê ya ji 24ê Sibatê heta 21ê Adarê eşkere kir. Herwiha hatiye diyarkirin ku ji bo 35 saetan li paytext Kîevê ji nû ve qedexeye derketina derve hatiye ragihandin.
Li gorî daxuyaniya Ukraynayê heta niha nêzî 15 hezar leşkerên rûsî hatine kuştin, 97 balafir, 121 helîkopter, 498 tank, 1535 wesayîtên zirxî, 240 top, 80 sîstemên roketavêj û 45 sîstemên berevaniya asmanî yên rûsî hatine têkdan.
Herwiha 969 otomobîlên artêşa rûsî, 3 tekne, 60 tankêrên sotemeniyê û 24 balafirên drone ên rûsî hatine têkdan.
Hêjayî gotinê ye, aliyê Rûsyayê hejmara windahiyên leşkerî eşkere nake, lê li gorî daxuyaniyên artêşa rûsî heta niha bi hezaran binkeyên binesaziya Ukraynayê hatine ruxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin