Medvedev sertê bidawîkirina serê Ukraynayê eskere kir!

20 August 2023 15:10 0 dîtin
Medvedev sertê bidawîkirina serê Ukraynayê eskere kir!

PeyamaKurd -  Cîgirê Serokê Encûmena Ewlekariyê ya Rûsyayê Dmîtry Medvedev, şertê agirbesta Ukraynayê ragihand û got, tekane şert hilweşandina Ukraynayê ye.

Cîgirê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê Dmitry Medvedev eşkere kir, helwesta welatên Rojava ya li hember rewşê diguhere û ew daxwaza danûstandinan û rawestandina şerê li Ukraynayê dikin.

Medvedev diyar kir: "Rojava bê guman dê li Ukraynayê têk biçe û şer bi dawî nabe heta ku Ukrayna perçe bibe. Bêyî hilweşandina Ukraynayê, Moskow dê şerê Rûsya û Ukrayna bi salan bidomîne."

Hêjayî gotinê ye, 24ê Sibata 2022an bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn şerê dagirkirina Ukraynayê hatibû destpêkirin ku heta niha dewam dike. Ji ber şer heta niha bi deh hezaran leşker û sivîl hatine kuştin û bi milyonan Ukraynî koçberî welatên Ewropayê bûne û tevî dagirkirina hin herêmên Ukraynayê wêraniyeke mezin li bajarên Ukraynayê çêbûye.