NATOyê ji bo bidawîkirina serê Ukraynayê ji Çînê daxwazek kir

22 September 2022 21:01 0 dîtin
NATOyê ji bo bidawîkirina serê Ukraynayê ji Çînê daxwazek kir

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, di hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Çînê Vang Yi de, daxwaz ji Çînê kir ku ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê bandora xwe ya li ser Rûsyayê bikar bîne.

Stoltenberg, piştî hevdîtina ligel Vang li New Yorkê, li ser medya civakî daxuyanî da û wiha got: "Min di hevdîtinê de bang li Çînê kir ku ji bo bidawîkirina şerê Ukraynayê bandora xwe li ser Rûsyayê bikar bîne.”

Herwiha Stoltenberg da zanîn ku wî di hevdîtinê de mijarên mafên mirovan û fikarên derheqê Taywanê yên NATOyê anîne ziman.