Sekreterê Gistî yê NATOyê: Serê li Ukraynayê dikare ji kontrolê derkeve
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir, şerê li Ukraynayê dikare ji kontrolê derkeve, lê ew di wê baweriyê de ye ku NATO û Rûsya wê ji rûbirûbûna rasterast dûr bikevin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ji televizyona NRKê ya Norwêcê re axivî û got, ew bi fikar in ku şerê Rûsyayê li Ukraynayê ji kontrolê derkeve.
Stoltenberg da zanîn, "Ez ji rûbirûbûna rasterast a di navbera Rûsya û NATOyê de ditirsim, lê ez di wê baweriyê de me ku em ê xwe jê dûr bixin."
"Heke TIŞTEK HEYE DIBE ENCAMÊN XELAR BIKIN"
Stoltenberg destnîşan kir, niha 'çarenûsa Ewropa û Norwêcê ye' û got, "Eger tiştek nebaş biqewime, dibe ku encamên xerab bi xwe re bîne" û destnîşan kir, NATO ji bo pêşîgirtina li zêdebûna rageşiyê bênavber dixebite.
Stoltenberg eşkere kir, niha piştgiriya leşkerî ya ji bo Ukraynayê pir girîng e û got, "Tenê Ukraynayeke bihêz dikare rê li ber aştiyê veke."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin