Erdogan li Ûkraynayê daxuyaniyên dijî Rûsyayê dan: Kirim, Astana, Idlib…
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di serdana xwe ya îro li Ûkraynayê de, piştî hevdîtina ligel Serokê Ûkrayna Vladimîr Zelenskiy di civîna hevbeş a rojnamevanî de li ser rewşa Idlibê, Sûriyê û êrîşa artêşa Sûriyê axivî.
Erdogan berevajî daxuyaniyên navrojê ku kuştina 6 leşkerên tirk hatibû ragihandin, da xuyakirin ku hejmara kuştiyên wan di êrîşa rejîma Sûriyê de 8 kes in.
Erdogan li Ûkraynayê piştî îmzekirina çend girêbestan bi Ûkraynayê re ku 200 milyon euro hevkariya leşkerî jî di nav de heye, rexne li siyaseta Rûsyayê kir ku bi taybet li hember êrîşên rejîma Sûriyê xemsariyê dike.
Erdogan îdia kir ku milyonek sivîlên Idlibê ber bi sînorê Tirkiyê ve tên û ew ketine xema bicihkirina wan ku li ser xebatê dikin.
Erdogan li ser êrîşa hêzên rejîma Sûriyê bi ser binkeya leşkerên Tirk de jî da xuyakirin ku di encamê de 3 ji wan sivîl 8 kes hatine kuştin û got, “Hem bi ezmanî hem jî bejahî çi pêwîst e em dikin. Em bedelê bi wan didin dayîn. Divê di çarçoveya Astanayê de her kes berpirsiyariyên xwe bizane.”
Serokomarê Tirkiyê dagirkirina Kirimê ji aliyê Rûsyayê ve jî red kir û got, “Wê di mijara Kirimê de piştgiriya me bo Ûkraynayê berdewam bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin