Erdogan: Em êrîsa Rûsyayê red kin û pistevaniyê didin Ûkraynayê
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro 24ê Sibatê piştî civîna Desteya Ewlekariyê ya derbarê destpêkirina şerê Rûsyayê li ser Ûkraynayê de, daxuyanî dan.
Erdogan got ku ew vê destwerdana leşkerî ya Rûsyayê ku dijî hiqûqa navdewletî dibînin, qebûl nakin û red dikin.
Herwiha Erdogan destnîşan kir ku ew Rûsya û Ûkraynayê wekî welatên dost dibînin, lê yekparçebûna Ûkraynayê diparêzin û dijî operasyona Rûsyayê piştevaniya Ûkraynayê dikin.
Erdogan diyar kir ku ew îro ligel Serokê Ûkraynayê Volodimir Zelensky axivîye û piştevaniya xwe jê re jî eşkere kiriye.
Erdogan banga vekirina rêya dîyalogê kir û got, “Em dixwazin pirsgirêk di çarçoveya Peymanên Minskê de werin çareserkirin. Min ev ji Pûtîn re jî got.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin