Ûkraynayê li dijî Rûsyayê hêriseke mezin pêk anî
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di hêrişên frokeyên bêmirov ên Ûkraynayê yên li dijî Rûsyayê de di depoyeke neftê û sazgeheke enerjiyê de şewat derketiye.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku Ûkraynayê şeva çûyî li 9 herêmên cuda, bi 25 frokeyan hêriş pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li herêma Kurskê bi 11 mûşekan, li herêma Belgorodê bi 7 mûşekan, li paytext Moskowê bi 2 mûşekan, li herêma Oryolê bi 2 mûşekan û li herêmên Bryansk, Lenîngrad û Tulayê jî bi çend mûşekan hêriş pêk hatine. Hate gotin ku piraniya mûşekan ji aliyê sîstema parastinê ya asmanî ve hatine têkbirin.
Parêzgarê Herêma Belgorodê Vyacheslav Gladkov di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 4 teqemeniyên ku ji frokeyeke bêmirov a ûkraynayê hatine avêtin, xesarê li mal û rêyan kirine. Gladkov diyar kir ku di hêrişê de jinek birîndar bûye û li hin gundan elektrîk qut bûye.
Waliyê Herêma Nîjnî Novgorodê Gleb Nikitin jî diyar kir ku li herêma pîşesazî ya Kstovoyê, li dijî sazgeheke sotemenî û enerjiyê hêrişek bi pêk hatiye.
Hate ragihandin ku ji ber hêrişê di parzûngeheke neftê ya li sazgehê de şewat derketiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin