John Bolton: Îsraîl dikaribû li dijî Îranê hêriseke mezintir pêk bihaniya
PeyamaKurd – Şêwirmendê berê yê Ewlehiya Neteweyî yê DYAyê John Bolton ku di derbarê qeyrana navbera Tel Avîv û Tehranê de ragihandibû “divê Îsraîl li dijî rejîma Îranê bêtir û mezintir hêrişan pêk bîne” ji ber zextên ji bo li dijî Îranê bêtir û mezintir hêrişan pêk neyine li Îsraîlê dike, rêveberiya Joe Biden rexne kir.
Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump John Bolton ji rojnameya Şarkul Awsat re axivî û destnîşan kir ku Îsraîlê di hêrişa hewayî ya li ser bajarê Îsfehanê yê Îranê de performanseke pir kêm nîşan daye.
Bolton got: “Bersiva sînordar a Îsraîlê ya li dijî rejîma Îranê, ji ber zextên tund ên rêveberiya Serokê DYA Joe Biden a li ser Îsraîlê bû.
Rayedarê berê yê DYAyî Bolton destnîşan kir ku eger e Îsraîl hêrişên nû pêk bîne û tekez kir ku bersiveke nerm a li dijî Îranê dikare Îsraîlê têxe metirsiyeke mezin çimku rejîma Îranê dikare wa têbigihîje ku Îsraîl di derbarê Îranê de ne ciddî ye.
Bolton rexne li nebûna stratejiyeke bi rêk û pêk a Rojhelata Navîn a DYAyê kir û balê kêşa ser pêwîstiya rûbirûbûna ‘zengila agir’ a ku rejîma Îranê bi alîgirên xwe li herêmê ava kiriye.
Bolton rexne li daxuyaniyên Serokê berê Donald Trump ku gotibû “eger ew hîn serok bûya, Îran wê nekaribûya li dijî Îsraîlê hêrişên bi vî awayî pêk bihaniya” û got: Îranî wî weke 'mirovekî ku diaxive, lê belê tevnagere' dibînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin