Rûsyayê li dijî cîhadîstan mezintirîn êrisa salê pêk anî

14 April 2019 19:52 0 dîtin
Rûsyayê li dijî cîhadîstan mezintirîn êrisa salê pêk anî

PeyamaKurd -  Hêzên Esmanî yên Rûsyayê li dijî muxalifên cîhadîst ên li herêma Idlibê ku dikeve bakurê Sûriyê, mezintirîn êrişa salê pêk anîn.

Balafirên Sukhoi ên Hêzên Esmanî yên Rûsyayê, li Idlibê zêdetirî 30 êrişên esmanî pêk anîn ku di van êrişan de bi piranî sivîlan jî zirar û ziyan dît.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku Hêzên Esmanî yên Rûsyayê gelek caran deverên li ser rêya Idlib-Hamayê bombebaran kirin.

Êrişa balafirên rûsî li bejahiya rojavayê Idlibê dest pê kir. Balafirên rûsî di nava 24 demjimêrên dawiyê de li deverên Idlib, Hums û Dêrê Zorê çendîn êrişên esmanî pêk anîn.