Êrîsa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê derbeke mezin li bazarên cîhanê xist
PeyamaKurd – Bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, destpêkirina şerê dagirkirina herêmên Ûkraynayê re, bandor li ser aboriya cîhanê û bazarên herêmî çêbû.
Bi belavbûna nûçe û dîmên ketina artêşa Rûsyayê ya nav xaka Ûkraynayê re, ne tenê borseya rûsî borseyên cîhanê jî bi rêjeyeke zêde winda kirin.
Herwiha bihayê petrol û gaza siruştî ji niha ve bilind bû ku bermîla petrolê 105 dolaran derbas kir. Bihayê zêr jî li bazarên cîhanê gihîşt asteke rekor ku 1940 dolaran derbas kir.
Li aliyê din li Ewropayê jî ji ber şerê Ûkraynayê krîza enerjîya gaza xwe da der û li gorî çavkaniyên ewropî ji niha ve ji sedî 35 nirxê gaza ku tê bikaranîn hatiye bilindkirin.
Li welatên wekî Tirkiyê jî bandoreke zêde ya şer çêbû û nirxê dolar li hember lîreyê tirkî careke din bilind bû û 14 lîreyan derbas kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin