Erdogan: Em pêngavên ne mesrû yên dijî Ûkraynayê red dikin!

11 March 2022 20:00 0 dîtin
Erdogan: Em pêngavên ne mesrû yên dijî Ûkraynayê red dikin!

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro Înê di vekirina Forûma Dîplomasiyê ya Antalya de ku îsa cara duyem tê lidarxistin axaftinek kir.

Erdogan li ser şêrê navbera Rûsya û Ûkraynayê got, “Tirkiye hem welatekî Behra Spî hem jî yê Behra Reş e. Ûkrayna û Rûsya cîranên me û dostên me ne. Derketina şerekî germ di navbera cîranên me de, em xemgîn kirin. Em pêngavên ne meşrû yên dijî Ûkraynayê red dikin.”

Herwiha Erdogan bal kişand ser mijara penaberan û diyar kir, Behrsa Spî bû goristana nêzî 25 hezar penaberên rêwîyên hêviyê û niha zêdetirî 2 milyonan penaberên Ûkraynayê jî lê zêde bûn ku li dinyayê 1 milyar mirov rojane di bin 2 dolaran de têkoşîna jiyanê didin û ev reqem bi xwe jî bêdadiya heyî nîşan dide.