Amerîka: Têkiliyên me bi Rûsya re dewam dikin

09 November 2022 01:36 0 dîtin
Amerîka: Têkiliyên me bi Rûsya re dewam dikin

PeyamaKurd – Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Amerîkayê Jake Sullivan ragihand ku tevî şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê, têkiliyên Amerîkayê bi Rûsya re dewam dikin û mijarê piştrast kir. Sullivan, li New Yorkê axifî û got ku têkiliyên bi Kremlînê re ji bo berjewendiyên Amerîkayê dewam dikin.

Li ser medya Amerîkayê agahî hebûn ku digotin Sullivan ji bo tehdîda nukleerî kêm bike, bi Rûsya re têkiliyên bi dizî dimeşîne. Di nûçeyan de her weha dihat gotin ku Sullivan bi hemkarê xwe yê Rûsya re, bi Nikolay Patruşev û bi şêwirmendê karên siyasî yên derve yê Kremlînê bi Yuri Uşakov re di mehên borî de havdîtinan kiriye.

Rêvebirên Amerîkayê ji bo rojnamê ragihandine ku li hemberê bikaranîna çekên nukleerî li ser mekanîzmayan axifîne û li gor wan; her dû welat ji bo şer biqedînin hevdîtinan nakin. Sullivan ji bo televizyona NBC yê ragihand ku hevdîtinan qebûl dike û weha dibêje:

“Heyeta Amerîkayê dizane bi kî re li ser masê rûniştine. Di hevdîtina taybet ya bi heyeta Rûsya re, bê wê bersiva Amerîkayê çi be, bi zelalî me daniye ortê. Parastina têkiliyên bi Rûsya re, ji bo berjewendiyên hemû welatên ku ji pirsgirêkê bandorê dibînin re ye.”

Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova jî ragihandibû ku têkiliyên bi Amerîka re tenê di asta ji bo guhertina esîrane.