Amerîka: Têkiliyên Rûsya-Îranê ber bi hevkariya xwurt ya bergiriyê ve diçin
PeyamaKurd – Koşka Sipî ragihand ku bi sedema Îran balafirên bê ajotvan (İHA) da Rûsyayê, ji dêlva wê alîkariya Îranê de, Rûsya desteka leşkerî ya zêde daye Îranê û ragihand:
“Têkiliyên Rûsya û Îranê ber bi hevkariyekî temamî ya bergiriyê de diçe.”
Amerîka dibêje ku ji ber alîkariya Îranê ya ji bo Rûsyayê di mijara balafiran de, di asteka zêde xwurt de desteka leşkerî û teknîkî daye Îranê. Rêvebirekî di asta bilind de ya Koşka Sipî ji bo rojnamevanan ragihandiye; ji bo Rûsya li Ûkraynayê bikarbîne, gelek İHA yan amade kiriye û weha dibêje:
“Têkiliyên navbera her dû dewletan, sîlihên ku ji her dû aliyan ji bo hev diçin û pisporiya leşkerî ber bi hevkariyeka xwurt ya bergiriyê ve diçe. Ev hevkarî ne tenê ji bo Ûkraynayê lê ji bo welatên cîran yên herêmê jî tehdîde. Me vê agahiyê bi hevkarên xwe yên dinyayê û Rojhilata Navîn re parve kir.”
Rêvebir ragihandin ku Rûsya û Îranê ji bo pêşdebirina SİHA yan û hilberîna wan, Rûsya dixwaze bi Îranê hevkariyê bike. Amerîka dixebite da ber li ekîpman, sîlih û perên navbera her dû dewletan de biçe û bê, bi hevkarên xwe re dixebite. Rêvebirekî Koşkê weha got:
“Em bar didin ser pişta aktoran yên ku ji Îranê balafiran dibin Rûsyayê. Em li ser pêngavan dixebitin, ew pêngavên ku Îran dikare di rêya wan de xwe bigihîne teknolojiya hassas.”
Li gor ragihandina NBC Newsê: Berpirsên Koşka Sipî difikirin ku Îran difikire bi sedan fuzeyên balîstîk bifroşe Rûsyayê û di mijarê de gelek nîşan hene. Koşka Sipî dibêje:
“Em bang li Îranê dikin ku bergeha xwe biguhêre û van pêngavan navêje. Ji bo van xebatan derxin holê û ji bo meşê xerab bikin, em alavên di destê xwe de bikartînin û em amade ne zêdetirê wan bikin.”
Koşka Sipî, ji bo alîkariya Ûkraynayê paketekî ewlehiyê ragihand. Berdevkê Koşka Sipî yê ewlehiyê John Kirby got ku wê ji bo Ûkraynayê paketekî bi miqdarê 275 milyon dolarî bişînin. Kirby weha got:
“Wê paket ji bo Ûkraynayê bergiriya hewayî xwurt bike û karibe li hemberê tehdîdên ser xwe, şiyanên Ûkraynayê zêde bike.”
Wê di nav paketê de, ji bo Ûkrayna xwe li hemberê êrîşên Rûsyayê biparêze, roketavêjên HIMARS ê û muhîmmatên din hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin