Ragesiya di navbera Amerîka û Çînê de her diçe mezintir dibe
PeyamaKurd - Li ser girtina balyozxaneyan, her diçe rageşiya di navbera Amerîka û Çînê de mezintir dibe.
Rageşiya di navbera Amerîka û Çînê de îsal ji ber bazirganî, teknolojî û herî dawî jî ji ber vîrusa Koronayê gurtir bû.
Herî dawî Çînê ji Amerîka xwest, balyozxaneya xwe ya li Chengdu ya li rojavayê başûrê welêt, di 72 saetan de bigire.
Herwiha Çînê diyar kir, Amerîka bi biryareke lezgîn xwestiye balyozxaneya wan ya li Houstunê bigirin, ew jî vê biryarê şermezar dikin.
Li gor Wezareta Derve ya Çînê di daxuyanîyekê de ragihand, ‘’Amerîka hiqûqa navneteweyî û Peymana Balyozxaneyên Çîn û Amerîka binpê kiriye û ziyaneke cidî li peywendiyên herdu dewletan kiriye.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin