Seferên balafiran yên navbera Amerîka û Çînê zêde dikin

29 February 2024 21:50 0 dîtin
Seferên balafiran yên navbera Amerîka û Çînê zêde dikin
PeyamaKurd – Lîderên welatê Amerîka û Çînê berê li hev kiribûn ku seferên navbera Çînê û Amerîkayê zêde bikin. Niha heftane jimara seferan li dora 70an e û wê ji 70an derxin 100an.

Rêvebiriya hewageriya sîvîl ya Çînê (CAAC) ragihand ku wê şîrketên hewayî yên Amerîkayê seferên xwe yên heftane ji 31 Adarê û pê de ji 35an derxin 50an.
Wezareta gihandinê ya Amerîkayê jî ragihand ku wê seferên xwe di heman wextê de zêde bikin û ji 35an derxin 50an. Bi vê rewşê wê seferên her dû welatan heftane bigihên sed seferan.

Lîderên her du dewletan di Mijdara 2023an de li Amerîkayê li bajarê San Franciscoyê li hev kiribûn ku seferên balafiran zêde bikin.
Berya pandemiyê di sala 2019an de di navbera her dû dewletan de heftane 300 sefer dihatin kirin.