Ji bo seferên balafiran yên navbera Hewlêrê û Mersînê biryar hat dayîn

24 May 2023 00:57 0 dîtin
Ji bo seferên balafiran yên navbera Hewlêrê û Mersînê biryar hat dayîn

PeyamaKurd – Parêzgerê Hewlêrê (Erbîl) Umîd Xoşnaw heyetekî di bin serkirdayetiya serokê Oda Bazirganiyê yê Mersînê Ayhan Kızıltan û serokê rêxistina dostaniya Tirkiyê-Iraqê û ji karsazên Tirkiyê qebûl kir. Di hevdîtina navbera parêzgerê Hewlêrê û heyeta Mesînê de ji bo raste rast seferên balafiran bibin, biryar dan ku xebatekî baş bikin.

Li gor ragihandina parêzgeriya Hewlêrê; di hevdîtinê de li ser mijara çawayiya xwurtkirina têkiliyên bazirganî yên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de axifîne. Bi destpêkirina seferan û vekirina deriyê Şemzînanê yê bi navê Zêtê, wê hecma bazirganiyê ya navbera her dû welatan zêde bibe.