Îran deriyên xwe yên navbera Iraqê vekir û seferên balafiran destpêkirin

31 August 2022 00:05 0 dîtin
Îran deriyên xwe yên navbera Iraqê vekir û seferên balafiran destpêkirin

PeyamaKurd – Piştî tevliheviya li Bexda ya Iraqê dewleta Îranê deriyên sînor yên bi Iraqê re temamî girtibû. Îro piştî hêzên Muqteda Es- Sadr dev ji tevgerên xwe berdan, Îranê car din temamê deriyên sînor yên navbera Îran û Iraqê vekir. Her weha seferên balafiran jî ji nûh de destpêkirin.

Wezîrê karên hundir yê Îranê Ahmed Wahidî ragihand ku 2 roje deriyên nevbara Iraqê û Îranê bi sedema tevliheviyên Bexdayê girtîbûn û niha derî car din vebûne. Wahidî got ku li ser hatina merasimên ‘Erbeîn’, Îraniyên ku herin Kerbelayê bila bi rihetî herin, endîşe nekin û weha dewam kir:

“Krîza li Iraqê çêbû bi saya rêvebirên xweşbîn ji ortê rabû. Ziyaretvanên Erbeîn dikarin bi dilrihetî seredana Kerbelayê bikin. Ji ber xwepêşandanan seferên balafiran yên balafirgeha Tehranê Îmam Humeynî û Bexdayê ji nûh de destpêkirin.”